Omer Xeyam
Omer Xeyam | |
---|---|
Navê rastî | Xiyasedîn Ebûlfetih Omer ibn Îbrahîm el-Xeyamî |
Jidayikbûn | 1048 |
Mirin | 1123 |
Esil | Fars |
Pîşe | fîlozof, matematîknas û stêrnas |
Bandorbar | Xwarezmî, Bîrûnî, Îbn Heysem |
Bandorker | Etarê Nîşabûrî, Ehmedê Xanî, Hejar |
biguhêre |
Omer Xeyam an Omerê (Emerê) Xeyam (bi farisî: عمر خیام ’Omar-e Khayyām), jdb. 18ê gulana 1048, li Nîşabûr, Parêzgeha Xorasanê - m. 4ê berfanbara 1123, helbestvan, fîlozof, matematîknas û stêrnasê navdar ê Îranê ye.
Xiyasedîn Ebûlfetih Omer ibn Îbrahîm el-Xeyamî li Nîşapûrê, paytexta herêma Xorasanê li 1048an hat dinyayê. Ew bi gelemperî wek Omer Xeyam tê nasîn.
Xeyam di dema xwe de fîlozofiyeke wêrek kiriye. Li dijî şovenîzma paşverûtiyê û Îslama ku berjewendperestiyê dike derketiye. Gelek pirtûkên stêrnasî, matematîk, fîlozofî û helbestvaniyê nivîsiye.
Navê wî di cîhana rojava de cihekê mezin digire. Di helbestên xwe de wekî sîmbola azadî, evînî û aştiyê şerab bikaraniye. Çarînên wî yên zîrek û têr evînî îro jî bêhempa ne.
Di jiyana xwe de ew jimarnas, stêrnas, fîlozof, bijîşk û helbestvan bû. Kêm ji jiyana wî tê zanîn, ji bilî hindê ku ew li Nîşeporê hatiye perwerdekirin û pirraniya jiyana xwe li wir û li Semerqendê jiyaye. Xeyam hevdemiyek Nizam el-Mulk bû. Xeyam dikarî bibe karmendek payebilind yê dewletê. Lê wî xwest xwe gorî ilm û zanistê bike. Ew li navendên mezin yên zanist û zanyariyê yên serdema xwe digerriya daku xwe bigihîne ilmên bilind. Xeyam di 1123an de wefat kir.
Di gel ku Xeyam wek zanistvanek jêhatî tê nasîn, ew herî zêde bi çarînên xwe navdar e. Edward Fitzgerald sala 1839an çarînên Xeyamî bi inglîzî berdestî xwendevanên Rojava kirin. Ji hingê ve hezkirina ji helbestvaniya Xeyamî her diçe zêdetir dibe.
Nêzî 600 çarîn (rubaiyat, quatrain) li ser navê Omer Xeyamî hene. Hin ji wan resen in ango Xeyamî bi xwe ew nivîsîne lê tê bawerkirin ku gelek ji çarînan paşï li ser navê wî hatine vehûnandine. Lêkoler ne hevbîr in ka kîjan ji çarînan bi rastî yên Xeyamî ne û kîjan jî na. Lê ya giring ew e ku hemî malê Xeyamî tên nasîn.
Kêm berhemên bijare yên wêjeya cîhanî hindî çarînên Xeyamî li gelek zimanan hatine wergerandin. Xeyam li hemî zimanên mezin yên cîhanê hatiye wergerandin û bi hemiyan jî tê xwendin û jê tê hezkirin.
Xwendevanên kurd jî ji Xeyamî bêpar nemane. Rêzdar Kamiran Bedirxan 35 çarînên wî wergerrandine kurmancî û mamoste Hejar jî tevavek çarînên bi soranî gihandine xwendevanên kurd. Weşanxaneya Nûbiharê bi wergera Sabah Kara bi navê Rubaiyat helbestên wî weşandîye.
Nivîskar Îkram Balekanî 240 çarînên Omerê Xeyam ji orijînala wan a parsî bi zimanekî sade û şirîn wergerandin ser zimanê farisî [1] û ji aliyê Weşanên Evrenselê eve hatin tomarkirin. Pirtûk sala 2014an kete nava pirtûkên kurdî yên ku herî zêde hatin firotin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 4 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 29 gulan 2014
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
- Nûbihar (kovar), hejmara ?, sala ? [çavkanî hewce ye]
- http://balekani.blogspot.de/2014/05/xeyam-bi-kurdi-xwes-e.html Girêdana arşîvê 2016-03-04 li ser Wayback Machine