Here naverokê

Mossad

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mossad
המוסד למודיעין ולתפקידים מיוחדים Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Intelligence agency Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • המוסד למודיעין ולתפקידים מיוחדים Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Ala

Nîşan


Logoya Mossad
Dirûşm: Un poble mal governat s’enfonsa, molts bons consellers el salven. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletÎsraêl Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 13 kanûna pêşîn 1949 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Damezrîner
  • Isser Harel
  • David Ben-Gurion Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Serok
  • David Barnea (2021–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê baregehê
  • Ramat HaSharon
  • Hadar Dafna Building Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada xebatêIntelligence activity, covert operation û counter-terrorism Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hj. karkeran1200, 3000 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.mossad.gov.il Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mossad (îbranî: המוסד למודיעין ולתפקידים מיוחדים, Ha-Mossad Le-modiin Ule-tafkidim meyuchadim, ango saziya sîxurî û operasyonên taybet) saziya sîxuriya dûgela Îsraelê ye.[1] Sazî di 13ê kanûna pêşînêa 1949ê de, wekî Enstîtuya Navendî ya Koordînasyonê li ser pêşniyara serokwezîr David Ben-Gurion a ji Reuven Shiloah re hate damezrandin.[2]

Navenda Mossad li Tel Aviv e û di nava saziyên sîxuriyê de wek ya herî navdar û profesyonel tê zanîn. Mossad ji berhevkirina îstîxbaratê, operasyonên veşartî û dij-terorîzmê berpirsiyar e. Rêveberiya wê rasterast û tenê bersiva serokwezîr dide. Bûdceya wê ya salane li dora 10 milyar ₪ (2,73 mîlyar dolar) tê texmîn kirin, û tê texmîn kirin ku tê de dora 7000 kes kar dikin. Xebatkarên wê du cure ne: Kesên kadro û yên alîkar. Bi vî rengî Mossad yek ji mezintirîn ajansên sîxuriyê yên cîhanê ye. Tê îddîakirin ku rêxistin bi gelek operasyon û planên sûîqestê yên li gelek cihan ve girêdayî ye.

Pênc beşên saziye hene: çalakiyên sîxuriyê, çalakiyên polîtîk, çalakiyên taybet, şerê psîkologîk û beşa lêkolînan.

Di dema Şerê Sar de Mossad gelek operasyonên mezin li dijî bloka rojhilatê kiriye û di pirraniya wan de biserketiye. Mossad bi saziyên sixurî yên welaten din re jî xebatan dike, lewra tê bawer kirin ku bi MÎTa tirkan re jî gelek operasyon kirine. Tê gotin ku ji bo dîlgirtina serokê PKKê Abdullah Öcalan li Kenyayê li gel CIA û MÎTê hevkarî kiriye, lê berpirsyarên saziyê vê yekê red dikin.[3]

  1. ^ "Mossad - History". Mossad.il. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
  2. ^ "Mossad | History & Functions | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 19 îlon 2024. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
  3. ^ "Israel sieht "Dämonisierung" des Mossad - WELT". DIE WELT (bi almanî). Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
.