ti, t-ya req

  1. hîç, qet, yekcar
    Ti kes nehat.
    Ez ti car te ji bîr nakim.
    Te ti dîtine?
    Ew ne ti ye.

Etîmolojî

biguhêre

Guhertoyeke peyva çi. Bo guherîna "ç/t" bide ber "pate / paçe". Ji wateya herçi (any), ku jê hîç jî çêbûye. Talî wê wateya ne tiştek, qet (nothing) jî wergirtiye li piraniya deveran.

Rastnivîsîn

biguhêre

Bi maneya "hîç, qet" di kurdî de hin kes "ti" û hin jî "tu" dinivîsin. Di hin devokan de jî "çu" yan "çi" ye. Lê meyla kurmancî li ser "i" ye li hemberî "u": bihar (ne buhar), bilbil (ne bulbul), dikan (ne dukan). Heta peyvên ku ji erebî hatine û di wî zimanî de bi "i" ne jî, di kurdî de bi gelemperî "i" digirin: "mihacir" (ji erebî "muhacir"), "dinya" (ji erebî "dunya").

"Ti" formeke peyva "çi" ye lê maneyeke jê cuda wergirtiye, wek çawa di van û gelek peyvên din de jî "ç/t" bi hev diguherin: paçe/pate", "qurç/qurt". Herwiha bo tevlihevnekirina "ti" li gel cînavê "tu" jî giring e ku wek "ti" were nivîsîn.

ti

  1. (kesa/ê jê re tê axifti) (devkî) / (Devokî) Baştir: tu (2)

ti

  1. (ava ji devî) Baştir tif

Kurtenav

biguhêre

ti

  1. tigrînya

ti